Li Tirkiyê hikûmet û opozisyon dixwazin penaberên Sûrî vegerînin

08-08-2022
RÛDAW
Li Tirkiyê hikûmet û opozisyon dixwazin penaberên Sûrî vegerînin
Li Tirkiyê hikûmet û opozisyon dixwazin penaberên Sûrî vegerînin
Nîşan Penaberên Sûrî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê, hikûmet û opozisyon guvaşan li koçber û penaberên Sûrî dikin ji bo ku wan vegerînin welatê wan.

Partiyên opozisyonê, desthilatê tohmetbar dikin ku wê Tirkiye kiriye embareke koçberan.

Hikûmet jî bi çi awayî bersiva tohmetên opozîsyonê dide? Koçberên Sûrî neçarî vegera ji bo Sûriyê dike û planên vegerandina bikom cîbicî dike.

Xelkê Tirkiyê jî hebûna koçberan wek sedema krîzên aborî yên welatê xwe dibînin. 79% ji koçber dibêjin ew êdî qet venagerin Sûriyê.

Li Tirkiyê hebûna koçberên Sûrî bûye bazara û propagandaya partiyên desthilat û opozisyonê. Partiyên opozisyonê desthilatê tawanbar dikin ku ew Tirkiyê dike embareke koçberan.

Hikûmeta Tirkiyê jî ji bo bersivdana tohmetên opozisyonê, koçberên Sûrî neçarî vegera bo Sûriyê dike û planên vegerandina bikom cibicî dike.

Li jêr guvaşên vê rikaberiya hikûmet û opozisyonê, xelkê Tirkiyê jî dibêjin hebûna koçberan sedema bihabûna kelûpelan, kirê û xerciyan e.

Welatî Ebdulrehman Delal got, “Min bixwe heta niha dengê xwe daye Ak Partiyê lê ji vir pê ve ez nefret dikim. Hemû koçber anîne xistine ser me. Kirêya me û her tişt ji ber wan zêde bûye. Em bixwe nikarin debara xwe bikin îca bi ser de jî em çawa li wan binêrin. Bila herin.”

Welatî Mahmût Yildirim anî ziman, “Bi ya min bila ew herin. Em bixwe besî xwe ne. Binêr li her derê ew hene. Bi min zirara wan gelekî li me dibe. Tu li kirêya xaniyan dinêrî ji 4 hezaran berjêr xanî nîn in. Xwediyê xaniyan ji ber wan bihayê xaniyên xwe zêde dikin. Her tişt ji ber wan biha bûye.”

Li gorî amarên ku Wezareta Navxwe radigihîne hejmara koçberên ku li Tirkiyê hene 3 milyon û 762 hezar kes in lê li gor opozisyonê hejmar ji 8 milyonan derbas bûye.

Li gorî pisporan dijberiya koçberan ber bi asteke metirsîdar ve diçe, ji ber ku polîtîkayeke Tirkiyê ji bo koç û koçberiyê nîne.

Akademîsyenê Zankoya Bilgiyê Emre Erdogan li ser polîtîkaya koçberan got, “Mesele ew e ku tu polîtîkayeke Tirkiyê ya koçberiyê nîn e. Mafê penaberiyê nayê dayîn ji ber ku dema te maf da tu êdî wan nikarî bişînî. Pênasekirineke me ya penaberiyê û statuyeke yasayî nîn e. Dema hejmar zêde jî bû rewş hate vê merhaleyê ye. Em ji xwe miletekî wisa ne ku em ji biyaniyan hez nakin. Zimanê polîtîkayê jî rewşê aloztir dike. Xetereyek li pêşiya Tirkiyê ye. Divê kesên ku vê dijberiyê napejirinînin derkevin û biaxivin.”

Her li gor Wezîrê Navxwe heta niha mafê hemwelatîbûnê bo 200 hezar û 950 kesî hatiye dayîn lê opozisyon vê rêjeyê jî weke 900 hezar kes eşkere dike.

Li gor rapirsiyan ji rêjeya kesên ku di sala 2017an de digotin em bi tu awayî venagerin welatê xwe ji sedî  17 bû lê niha ji sedî 79ê wan dibêjin em êdî venagerin. Ew yek jî rewşa heyî aloztir, metirsiya li ser wan jî girantir dike.

Koçber Muhammed Nûr Mektebî anî ziman, “Ez naxwazim careke din vegerim Sûriye. Lê ji ber vê dijberiya ku tê kirin û tiştên ku dibin em gelekî ditirsin. Malbatên me li vir in. Niha weke dijmin li me dinêrin ji ber wê em helbet bi tirs in.”

Hin koçberên Sûrî vegera xwe bi çareseriya kirîza Sûriyê ve girê didin.

Penaber Umm Hemze got, “Dema ku pirsgirêkên Sûriyê çareser bibin, em ê vegerin. Kes dest ji welatê xwe bernade. Ma mirov dest ji welatê xwe berdide? Kes dest ji welatê xwe bernade.”

Tevî ku koçber û penaberên Sûrî sûdeke mezin a aborî didin wî welatî, ji ber ku 5000 kargehên Sûriyan li Tirkiyê hene, lê koçber û penaberên Sûrî car bi car rastî êrîşan li ser destê welatiyên Tirkiyê jî tên.

Di nava 7 mehên borî de, 59040 penaber bê rezamendiya wan ji bo Sûriyê hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst