Li Orduyê karkerên Kurd li benda dema berhevkirina bindeqan e

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran karkerên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê li Ordu ya Tirkiyê di şert û mercên zehmet de ji warê xwe dûr bo debara jiyana xwe li benda kar û xebat in.

Karkerên demsalî yên Kurd ên ji bajarên wek Riha, Êlih û Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna kar ji neçarî çûne parêzgeha Ordu ya Tirkiyê û li bendê ne ku bindeqan berhev bikin.

Li gor diyarkirina Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya bajêr îsal her karkerek rojane dê bi 300 lîreyan kar bike ku dike nêzîka 17 dolaran.

Karker Ali Kuşçu got, “Em her sal tên vê derê, li bajarê me kar kêm e. Ji bo em karibin debara jiyana xwe bikin bi malbatî em tên kar dikin.”

Karkerên bi malbatî çûne bo kar, kon vedane û pêwîstiyên xwe yên rojane bi awayekî sînordar dikarin peyda bikin.

Karker Kadir Uluş anî ziman, “Em wek malbat 10 kes hatine vê derê, ji bo kar em bajar bi bajar digerin. Pincar, xeşîş jî kom dikin. Em karkerên çandiniyê ne.”

Karkerên Kurd her sal li gor demsala berhevkirina berheman ji bajarên xwe derdikevin û nêzîkî 4 mehan li parêzgehên Tirkiye kar dikin û gelek caran rûbirûyê êrîşên nîjadperest jî dibin.