Ji Bahçelî daxuyaniya Roboskî û Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ku partiyeke nijadperest e, Devlet Bahçelî serdana Kiliçdaroglû ya bo gundê Roboskiyê li Şirnex a Bakurê Kurdistanê hedef nîşan da û got, “li Tirkiyê cihekî bi navê 'Roboskî' nîne, nebûye û dê nebe jî.” Bahçelî herwiha ragihandiye, “Kî bixwaze di xeyala xwe de li Qilabanê Roboskî û ji Tirkiyê Kurdistanê derxe (holê), kî dibe bila bibe, aqûbeta wî felaket e.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya bo gundê Roboskiyê li parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê bi tundî rexne kir û ji ber wê serdanê Kiliçdaroglu kir hedef.

Bahçelî daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û têde ragihandiye, “Kiliçdaroglu ew qas niyeta wî xerab e ku birayên min ên bi eslê xwe Kurd biriye di nav bazina îstîsmarê de û wiha guman dike ku birîndarkirina hestên wan siyaset e. Ewqas ne mirov û bê dil e ku  hewesên (xwestekên) xwe weke helalkirinê şirove dike.”

Bahçelî di berdewamiya xaftina xwe de dibêje, “Serokê CHPê ku bi eşkere êrîşî dewletê dike, bi bêhemdî îdia dike ku ew riziyaye, bi vê yekê jî têr nabe û tavilê piştî serdana xwe ya Erzeromê, bi lez û bez çû Qilaban a Şirnexê û hewl da birînên keviyayî veke, tam provokaturî ye.”

Serokê MHPê îdia kiriye ku li Tirkiyê cihek bi navê Roboskî tune ye û diyar kiriye, “her çiqas li Komara Tirkiyê bi navê 'Roboskî' cihekî niştecihbûnê nebe jî, Kiliçdaroglu ku ev şêwaza qirêj a rêxistina terorê ya cudaxwaz anî ziman, careke din kete xefikê.”

Devlet Bahçelî ku navê Kurdî yê gundê Roboskî red dike û weke “tezeke cudaxwaziyê” bi nav dike, navê gund ê Tirkî yanî Ortasu bi bîr dixe û dibêje, “Di demekê de ku 11 sal di ser bûyera trajîk a ku di 28ê Kanûna 2011an de li gundê Ortasu yê navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat, re derbas dibin, piştgiriya li tezên cudaxwaziyê di bin maskeya helalkirinê de birina avê bo aşê rêxistina terorê nezanî û bêrzêî ye. Kiliçdaroglu bi taybetî divê bizane ku li Tirkiyê cihekî bi navê 'Roboskî' nîne, nebûye û dê nebe jî.”

Serokê partiya nijadperest a Tirkiyê tekez kiriye, naskirina Roboskiyê tê wê wateyê ku zirar bi yekparçeyî û cudanebûna dewletê bihê gihandin, herwiha tê wateya çêkirina astengiyan û xizmetkirina cudaxwaziyê.

Bahçelî herwiha dibêje, “Kî bixwaze di xeyala xwe de li Qilabanê Roboskî û ji Tirkiyê Kurdistanê derxe (holê), kî dibe bila bibe, aqûbeta wî felaket e. Di vê çerçoveyê de hesabên şaş dê derbên giran li vîna pîroz a milletyê Tirk bide û dê hilkişin ser tifaqa cudaxwaz.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya "Hevdîtina Helalkirinê" anku (Gerden Azadkirin) de roja 4ê Tebaxê serdana gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê li Bakurê Kurdistanê kiribû ku di sala 2011'an de 34 welatiyên wî gundî di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de hatibûn komkujkirin.

Kemal Kiliçdaroglu li Roboskiyê ragihandibû, “Heta Roboskî neyê zelalkirin, gerden azadkirin nabe” û soz dabû, ku ji bo malbatên qurbaniyan hewla pêkanîna dadperweriyê bide.

Kiliçdaroglu herwiha rexne li sîstema dewleta Tirkiyê girtibû û gotibû, “li Tirkiyê sîstema dewletê êdî riziyaye û divê ji nû ve bê avakirin.”

Roja 28ê Kanûna 2011an balafirên şer ên artêşa Tirkiyê karwaneke kasibkarên bazirganiya sînorî yên ji gundê Roboskiyê li ser sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de bombebaran kiribûn, ku di encamê de 34 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dabûn, û 19 kes ji wan kesan hêj zarok bûn.