Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 30 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê de polîsan midexale kir û 30 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirov hatin desteser kirin.
Dayikên Şemiyê ji sala 1995an ve li Meydana Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine wendakirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin, 954 hefte ne çalakiya rûniştinê dikin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte dixwazin qurnefîlan li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê deynin û daxuyaniyê bidin, ligel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî rûbirûyê midaxeleya polîsan dibin.
Di 954emîn hefteya çalakiyê de careke din polîsan rê nedan Dayikên Şemiyê û herî kêm 30 Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirov hatin desteserkirin.
Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da ku “qedexekirina rûniştinê ya li Meydana Galatasarayê binpêkirin e”, Dayikên Şemiyê her roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê kom dibin lê polîs rê nadin çalakiyê.