Girtiyên ji ber Coronayê bo malê hatibûn şandin êdî venagerin girtîgehan

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Girtî Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor projeyasaya ku li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê hatiye pesendkirin, girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku cezayê wan ji 5 salan kêmtir maye û ji ber Coronayê bo malê hatibûn şandin êdî venagerin girtîgehan û cezayê xwe yê mayî li malê temam dikin.

Ev demeke li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê behsa efûyeke giştî bo girtiyan dihat kirin. Lê hikûmeta Tirkiyê li şûna efûyeke giştî efûyeke qismî ragihand.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç roja Înê 7ê Hezîrana 2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku projeyasayek derbarê efûyê bo wan girtiyên ku di serdema Coronayê de bo malê hatibûn şandin, li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê hatiye pesendkirin.

Li gor projeyasayê girtiyên li îcazeya Covîd-19ê yên ku cezayê wan ji 5 sal û 5 salan kêmtir mabe êdî ji bo temamkirina cezayê xwe naçin girtîgehê û dê cezayê xwe yê mayî li malê temam bikin. Herwiha li gor heman yasayê eger girtîyek ji 31ê Temûzê û şûn de li girtîgehên girtî be, bi mercê ku li girtîgehê tevlî ti bûyeran nebûbe dikare 3 sal zûtir bê girtîgehên vekirî.

Herwiha ew girtî bi mercê ku 3 mehan di girtîgeha vekirî de bimîne dikare 3 sal zûtir mafê azadbûna di bin çavdêriyê de bikar bîne û cezayê xwe li malê temam bike. Li gor yasaya nû ya efûyê dê ji 120 hezar girtiyan 70 heta 80 hezar ji wan ku ji ber Coronayê bo malê hatibûn şandin cezayê xwe yê mayî li malê temam bikin.

Biryar wan girtiyan li xwe nagire ku tawanên dijî malbat, kuştin, îşkence, birîndarkirin, tawanên dijî parêzbendiya regezî û nehêniya jiyana takekesî, kirine. Herwiha tawanên dijî dewletê hatine kirin jî li xwe nagire ku piraniya girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber vê maddeyê tên darizandin û girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst