Li Tekîrdagê bi hinceta PKKê 9 kes hatin desteserkirin

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tekîrdag PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyê bi hinceta “propagandeya PKKê” 9 kes hatin desteserkirin.

Doh 7ê Temûza 2023an li navçeyên Çorlu, Çerkezkoy û Kapakli yên ser bi parêzgeha Tekîrdagê tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a parêzgehê operasyonek kirin û di encam de bi hinceta propagandeya PKKê 9 kes hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan karûbarên yasayî yên kesên hatine desteserkirin berdewam in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmareke zêde ya endam û rêveberên HDPê û welatiyên Kurd bi hinceta PKKê tên desteserkirin û cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst