Li Tirkiyê 25 saziyên civaka sivîl daxwaza qedexekirina festîvalan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Civaka Sivîl a Balikesirê ku ji 25 saziyan pêk tê û TUGVA, MUSIAD, Cemaeta Belavkirina Zanist jî di nav de ne bi hinceta ku “exlaqê ciwanan xirab dikin û rê li ber serhildanê vedikin” daxwaza qedexekirina festîvalan kirin.

Platforma Civaka Sivîl a Balikesirê ku nêzîkî desthilatê tê zanîn doh 7ê Temûza 2023an bi navê “Em dijî şaştiyên li festîvalan bêjin bes e” daxuyaniyek belav kir û îdîa kiriye ku festîvalên tên kirin exlaqê ciwanan xirab dikin û rê li ber serhildanê vedikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku festival zerarê dighînin “Sedsala Tirkiyê û di çalakiyan de jî divê cihê jin û mêran cûda bin û firotina alkolê jî bê qedexekirin.” Platformê gotiye: “Li cihê ku ciwanên me bi rêya helal di bin kontrolê de beşdarî çalakiyên kulturî bibin em sazkirina pîrozbahiyên bê sînor û vala rast nabînin. Daxwaza me ew e festîvalên bi vî awayî bên betalkirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend sal in bi taybetî konser û festîvalên ku hunermendên Kurd beşdar dibin tên betalkirin û demeke dirêj bû li seranserê Tirkiyê jî piştî demjimêr 12:00an qedexeya mûzîkê hebû. Lê meha borî ew qedexe hat rakirin.