Piştî bihakirina nirxê tomarkirina telefonan bi hezaran kesan berê xwe dan deriyên sînorî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî zêdekina nirxê tomarkirina telefonên ji derveyî welat tên kirîn, bi hezaran welatiyan berê xwe dan deriyên sînor daku telefonan bikirin û bi erzanî tomar bikin.

Roja Înê 7ê Hezîrana 20223an bi biryara Serokkomarê Tirkiyê xerciya tomarkirina telefonên ji derveyî Tirkiyê tên kirîn  bi rêjeya %228 ji 6 hezar û 19 lîre bo 20 hezar lîreyên Tirkî hat zêdekirin ku dike nêzîka 770 dolarên Amerîkî. Rojek berî cîbîcîhkirina vê biryarê bi hezaran kesan ji bo di roja dawî de telefonan erzantir bikirin û tomar bikin berê xwe dan deriyên sînor.

Li deriyê sînor ê Dîlucu yê li parêzgeha Îdirê ku di navbera Azerbaycan û Bakurê Kurdistanê de ye bi sedan welatiyan bo kirîna telefonan berê xwe dan Azerbaycanê. Li sînor qerebalixiyeke zêde çêbû û alozî di navbera karmendên gumrikê û welatiyan de derket. Li deriyên sînor ên Tikiyê yên ligel welatên din jî heman qerebalixî çêbû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê telefonan li gor welatên din gelekî giran e û ji ber bacên zêde her telofonek li gor welatên din 2 heta 3 qat girantir e . Welatî ji bo wan telefonan ji bazarên Tirkiyê erzantir bikirin ji derveyî welat dianîn û bi 6 hezar lîre derdora 230 dolaran li ser pasaportên xwe tomar dikirin û bikardianîn, lê niha ew pere bûye 19 hezar û 20 lîre ku dike 770 dolar.