Savci Sayan bo Bariş Atay: Êdî bes e! Kurmî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Agirî Savci Sayan ku bi ser AK Partiyê ve ye, bersiva Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) ê Hatayê Bariş Atay ku li ser twitterê jê re gotibû “bêfedî” bi kurdî da û got: “Êdî bes e! Kurmî”

 

Serokê Şaredariya Agirî Savci Sayan îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand: “Zara, H&M, LC Waikikî û Polo berhemên xwe li kargehên Agiriyê didirûn. Jinên ewropî, cilûbergên keçên li taxên hêjar ên Agirî didûrin lixwe dikin. Ew li ku, ev li ku… Bi fikirin ku teror jî nebe..”

 

Parlamenterê TIPê yê Hatayê Bariş Atay jî ev twîtte Sayan retwet kir û got: “Ji ber keda xelkê tê xwarin, hindik maye ji keyfa bifire bêfedî.”

 

Piştre Sayan jî bertekên xwe nîşan da û got: “Bila em rêyan neçêkin û kargehan ava nekin û Kurd jî koçberî bajarên mezin bibin û li ber diwaran kar bikin û tu jî li ser navê `çepparêziyê` wan bikar bîne.

 

Yan jî bila çekê hildin û herin çiyê û tu jî li ser piştan wan mûçe werbigre û li Cîhangirê di nav masî û araqê de bixeniqe. Êdî bes e! Kurmî.”