Alî Babacan ji AK Partiyê îstîfa kir

08-07-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye AK Partî Alî Babacan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezrênerê partiya desthilatdar a Tirkiyê, AK Partî û wezîrê berê yê hikûmeta wî welatî, Alî Babacan ji vê partiyê îstîfa kir.

 

Alî Babacan di daxuyaniyekê de dest ji kar berdana xwe aşkere kiriye û têde ragihandiye, di van salên bihorî de, “ji dil û di fikirê de cudabûnek di navbera wî û AK Partiyê de çêbûye.”

 

Alî Babacan weke rexeyekê li hember siyaseta AK Partiyê, daye xuyakirin, “di çend salên dawiyê de, di navbera kiryarên ku hatin encamdan li gel bingeh, nirx û fikrên ku min bawerî pê hene, cudahiyek mezin derkete holê.”

 

Alî Babacan yek ji wan kesan e ku tê gotin, tevî Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu dixwazin partiyekî nû li Tirkiyê ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst