Hewlêr (Rûdaw) – Pêkanîna hikûmeta nû niha di rojeva Tirkiyeyê de ye. AK Partî hewla pêkanîna hikûmeta hevpeymaniyê dide, lê partiyên dijberyê rexneyan li AK Partiyê digirin ku niyeta wan a avakirina hikûmetê nîne û dibêjin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hilbijartina pêşwext dixwaze.
Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê niha di rojeva Tirkiyê de avakirina hikûmeta nû heye. Tê texmînkirin ku di rojên pêş de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peywira avakirina hikûmetê bide serokê giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu. Lê partiyên dijbere dibêjin, Erdogan naxwaze hikûmet pêk were û niyeta wî hilbijartinên pêşwext e.
Partiyên dijbereyê dibêjin, Recep Tayyip Erdogan naxwaze ku hikûmetek ava bibe. Ango ew hilbijartina pêşwext dixwaze û ji ber vê yekê jî Serokomar Erdogan proseya avakirina hikûmetê dirêj dike. Lê belê AK Partî dibêje ev îda ne rast in û Erdogan ne hilbijartina pêşwext, lê belê ew avakirina hikûmeteke nû dixwaze.
Li Tirkiyeyê ligel ku mehek bi ser hilbijartinên giştî re derbas bûye, hêj jî proseya avakirina hikûmeta nû dest pê nebûye. Dê serokomar Erdogan vê peywirê piştî diyarbûna dîwana serokatiya parlamentoyê bide serokê partiya ku herî bêhtir deng wergirtiye, ango serokê AK Partiyê.
Lê dijbere ji ber biderengketina avakirina hikûmetê serokomar Erdogann rexne dike. Li gor dijbereyê Erdogan vê proseyê bi derengî dixîne û amadehiya hilbijartinên pêşwext dike.
Parlamenterê CHPê Namık Havutça ji Rûdawê re got: “Divê birêz serokomar kêşeyên Tirkiyeyê bibîne û li gor makezagonê, piştî hilbijartina serokê parlamentoyê tavilê peywira avakirina hikûmetê bide serokê partiya têkildar, ku ev jî tê wateya hikûmeta koalîsyonê. Divê vê yekê bike. Gelo ew li benda çi ye? Em dizanin di hişê wî de ev tişt heye, ku ew dixwaze ji gel re bêje, ‘Binêrin li Tirkiyeyê kaosek heye û eger ne AKP be, wê Tirkiye xirabtir bibe.’ Bi kurtasî di serê serokomar de hilbijartina pêşwext heye.”
Lê belê AK Partî vê îdayê red dike. Li gor AKP’yiyan him serokwezîr Davutoglu û him jî serokomar Erdogan dixwazin tavilê hikûmeta nû ava bibe.
Parlamenterê AK Partiyê Eşref Fakıbaba ji Rûdawê re got: “Gel peywira koalîsyonê da me û biryara gel jî tiştekî pir giring e. Serokomarê me jî, serokwezîrê me jî û em tev jî li hember vê biryara gel bi hurmet in. Gel ji me re got hûn divê hikûmeta koalîsyonê ava bikin û ez wisa bawer dikim ku dê serokwezîrê me heta dawiyê li ser vê ihtimalê raweste.”
Li gor yasayên Tirkiyeyê eger ku di nava 45 rojan hikûmet neyê avakirin dê îcar hilbijartina pêşwext bê rojevê. Herwiha dê bi dayîna peywira avakirina hikûmetê ji aliyê Erdogan ve ew prose jî dest pê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse