Taksîm bûye qada dahatê

Stenbol (Rûdaw) – Li aliyekê xwepêşandanên li meydana Taksîm a Stenbolê didomin û li aliyê din jî Taksîm bûye meydana dahatê. Di rojên asayî de firotina tiştên cûr be cûr li meydana Taksîmê qedexe ne, lê niha ev meydan bûye cihê firotina hemû pêdiviyan.