Saziya Keşnasiyê ji bo 18 parêzgehan hişyarî da

08-06-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Bakurê Kurdistanê Hişyarî Lehî Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê 18 parêzgehan hişyariya lehî, birûsk, teyrok û bahozê da ku 4 parêzgeh ên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li parêzgehên Erzerom, Agirî, Erdexan û Qersê dê barana gur û teyrok bibare û egera lehiyê heye.

Herwiha hişyariya birûsk û bahozê jî hat dayîn ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Di daxuyaniyê de bo 14 parêzgehên Tirkiyeyê jî heman hişyarî hat dayîn.

Nêzîkî hefteyekê ye li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germê li gorî salên borî 4 heta 6 pileyan zêde bûye û li çend parêzgehan barîna baranê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst