Penaberekî siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê 10 meh in li Tirkiyê girtî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Ferhad Xelîlzade 10 meh in li Tirkiyê girtî ye.

Ferhad Xelîlzade, xelkê bajarê Urmiyê ye, meha Îlona 2022an çûye Tirkiyê ku derbasî Ewropayê bibe, roja 22ê meha Îlona 2022an li peravên Tirkiyê hatiye desteserkirin û ji wê demê ve li kampa Îzmîtê girtî ye.

Zibeyde Mizûrî, hevjîna Ferhad ku serdana Tirkiyê kiriye û hevjînê xwe dîtiye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Ferhad bi nexweşiyê ketiye û tenduristiya wî nebaş e. Heta niha tu biryarek li ser çarenvîsa wî nehatiye dayîn.”

Zibeyde daxwazê ji UNHCR û rêxistinên mafên mirovan dike alîkariya wê bikin ku hevjînê wê bê azadkirin yan jî ji welatekî din re bê şandin.

Ferhad Xelîlzade sala 2010an ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye û 12 salan weke penaberê siyasî li Başûrê Kurdistanê maye. Hevjîna wî dibêje, egera radestkirina wî ya ji bo Îranê heye, ji ber ku ew endamê partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, metrisî li ser jiyana wî heye.