Berbijêra YSPê Meryem Yildirim hat berdan

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Çepên Kesk (YSP) Meryem Yildirim Îzmîr Baroya Hiqûqê ya Bindestan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meryem Yildirim a ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de li ser lîsteya Partiya Çepên Kesk bûbû berbijêra parlamenteriya Îzmîrê û di 31'ê Gulanê de hatibû girtin, hat berdan.

Baroya Hiqûqê ya Bindestan nûçeya berdana Meryem Yildirim ragihand û got, "Muwekîla me Meryem Yildirim hat berdan."

Meryem Yildirim di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de di 31ê Gulanê de hatibû girtin.

Lê di encama îtîrazkirina parêzerên Baroya Hiqûqê ya Bindestan de, duh Çarşemê 7ê Hezîranê hat berdan.

Hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê di 14ê Gulana 2023an de hatin lidarxistin û li gor encamên fermî yên Desteya Bilind a Hilbijartinan, Partiyên Çepên Kesk 61 parlamenter qezenc kiribûn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst