Partiya Guherînê ya Tirkiyê tevli CHPê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê (TDP) Mustafa Sarigul ragihand, biryar dane wek partî beşdarî CHPê bibin û bi CHPê re bibin yek. Mustafa Sariglu bixwe di lîsteya CHPê de wek parlamenterê Erzînganê hatiye hilbijartin.

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an biryara derbarê partiya xwe de eşkere kir.

Mustafa Sarigul diyar kir ku wan biryar daye wek partî beşdarî CHPê bibin.

Sarigul got: “Îro bo TDPê, bo demokrasî û azadiyê rojeke girînge. Di jiyanê de demên dîrokî hene. Bûyer û pêşveçûn hinek deman partiyan dibin xaleke ku neçar dimînin biryarekê bidin û bi vê biryarê dibin dîrok. Hem di pisûleyên hilbijartinê de û hem jî di siyaseta Tirkiyê de me cih bo partiya xwe çêkir. Me pêşniyarên çareseriyê kirin û em li du nav û deng negeriyan.”

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de di lîsteya CHPê bû berbijêrê parlamenteriyê û wek parlamenterê Erzîngana Bakurê Kurdistanê hat hilbijartin.