Erdogan û Charles Michel mijarên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê gotûbêj kirin

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Cahrles Michel Yekîtiya Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Cahrles Michel peywendiyeke telefonî pêk anîn. Erdogan ji Cahrles Michel re got, ji bo endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê ya tam divê bi rojeveke erênî û berçav hevdîtin bên zêdekirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê têkildarî wê peywendiya telefonî daxuyaniyek nivîskî weşandiye.

Li gor daxuyaniyê, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel di vê peywendiya telefonî de ji ber hilbijartina wî bo posta serokkomariyê pîrozbahî li Erdogan kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di hevdîtinê de amaje bi mijarên wek nûkirina Yekîtiya Gumrikê, serbestiya vîzeyê, hevkariya di warên îdareya koçê û rûbirûbûna terorê de hatiye dayîn. Herwiha Erdogan gotiye piştgirîkirina perspektîfa endamtiya tam a Tirkiyê dê di peywendiyan de jî rê li asoyên nû vebike.”

Derbarê peywendiyê de Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiriye.

Charles Michel di peyama xwe de dibêje: “Min daxwaza Yekîtiya Ewropayê ya bo peywendiyeke li ser bingeha berjewendiyên dualî ligel Tirkiyê piştrast kir. Divê di peywendiyên aborî û hevkariya di warê veguhestin û ewlekariyê de diyalogeke vekirî hebe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst