Tirkiye dibêje 3 'berpirsên mezin ên PKKê' li Silêmaniyê kirine armanc

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan PKK HPG MÎT Silêmanî Çemçemal Fehmî Ogmen Mehmet Salîh Çakal Ahmet Mûhammed Alî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Tirkyiê ragihand, di operasyoneke Saziya Îstixbarata wî welatî (MÎT) de sê berpirsên payebilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê kirine armanc û her sê kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa fermî ya Tirkiyê dibêje, MÎTê li qezaya Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyê ve operasyonek pêk aniye û di operasyonê de 3 kesên PKKê kirine armanc.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, di êrîşê de Fehmî Ogmen berpirsê pilebilind ê PKKê ku navê wî di kategoriya Gewr a lîsteya terorê ya dewletê de bûye, ligel du gerîlayên din jiyana xwe ji dest dane.

Baskê çekdar ê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) jî pêştir canjidestdana her sê kesan piştrast kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) roja 4ê Hezîrana 2023an ragihandiye, fermandarê wan Fehmî Ogmen bi navê kod Sînan Dijwar, Mehmet Salîh Çakal bi navê kod Mazlûm Koçer, Ahmet Mûhammed Alî bi navê kod Ararat Tolhildan di êrişeke Tirkiyê de canên xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya HPGê, her sê kes di 10ê Adara 2023an de li nav sînorê Başûrê Kurdistanê hatine armanckirin.

Fehmî Ogmen ji Colemêrgê, Mehmet Salîh Çakal xelkê Sêrtê û Ahmet Mûhammed Alî ji navçeya Serêkaniyê ye.

HPG di daxuyaniya xwe de dibêje, “Fermandarê me Sînan Dijwar û hevrêyên me Mazlûm Koçer û Ararat Tolhildan 10'ê Adara 2023'an li Başûrê Kurdistanê dema bi erka xwe radibin di êrîşa dijmin de” jiyana xwe ji dest dane.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst