Di deryayê de cenazeyên 2 ciwanan hatin dîtin

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Ordu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ordu yê Tirkiyê di deryayê de cenazeyên 2 ciwanên ku temenê wan di navbera 19 û 20 salî de bûn hatin dîtin.

Li gor zanyariyan roja Pênceşemê 8ê Hezîrana 2023an beşek ji welatiyan li taxa Şarkiye ya Orduyê, li nêzîkî peravê di deryayê de cenazeyê ciwanê bi navê Goktan Sedat dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û ewlakarî çûn cihê bûyerê û cenazeyê wî ciwanî ji deryayê derxistin.

Piştî demekê kesûkarê Muhamet H. ku temenê wî jî 19 sal in hatin cihê bûyerê û ji tîman re gotin ku Muhamet H. jî ligel Goktan Sedat bû.

Li ser vê yekê tîmên binavî ji bo dîtina ciwanê din ê navborî jî dest bi xebatan kirin û cenazeyê wî jî ji kûrahiya 3 metreyên deryayê derxistin.

Piştî lêkolînên destpêkê, her du cenaze bo Pizîşkiya Dadî ya Orduyê hatin birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst