Yekem civîna MGKê bi dawî bû: Tekezî li ser berdewamiya operasyonan hat kirin

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan MGK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê bi dawî bû. Di danezana ku piştî civînê hatiye belavkirin de hatiye  ragihandin ku di civînê de tekezî li ser berdewamiya operasyonên Artêşa Tirkiyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK)  piştî kabîneya nû ya hikumeta wî welatî  bi serokayetiya SerokkomarêTirkiyê Recep Tayîp Erdogan, yekem civîna xwe saz kir. Civîn derdora 3 demjimêran berdewam kir.Piştî civînê derbarê naveroka civînê de danezanek hat belavkirin.

Di danezanê de hatiye ragihandin ku di civînê de tekezî li wê yekê hatiye kirin ku di serdema nû de ku sedsala nû ya Tirkiyê ye, pêngavên derbarê pêkanîna aramî û refaha Tirkiyê bên avêtin.

Di denazanê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku pêngavên derbarê ewlahiyê de  di sedsala nû ya Komara Tirkiyê de jî bi berdewamî bên avêtin û tê gotin, “Di serî de derbarê operasyonên bi biryar ên  li dijî rêxistinên terorî PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAIŞê de û derbarê her cor gef û metirsiyeke ji derve û navxwe ya li dijî yektiya me de zanyarî pêşkêşî encûmenê hatine kirin.”

Di beşeke din a danezanê de behsa rewşa Sûriyê jî hatiye kirin û  tê gotin, “Parastina yekitiya axa Sûriyê û avakirina aramiyê dê bi paqijkirina wî welatî ji rêxistinên terorî pêk bê. Ji bo hewildanên vegera bi ewle, bi dilê xwe û bi rûmet a Sûriyên ku ji ber şer reviyane jî tekezî li hevkariya navdewletî hatiye kirin.”

Di danezanê de hatiye diyar kirin ku di civînê de  şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û metirsiyên wî şerî yên li ser navçeyê  hatiye gotûbêjkirin û tê gotin, “ Tirkiye dê ji bo bidawîbûna rûbirûbûnan, destpêkirina hevdîtînên aşitiyê û pêkanîna ewlehiya xorakê li ser hewildanên xwe yên navbeynkariyê berdewam be.”

Di danezanê de hatiye gotin ku  Desteya Ewlekariya  Niştîmanî ya Tirkiye  di civînê de kêfxweşbûna xwe ji  pêşveçûna proseya diyalogê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê aniye ziman  û diyar kiriye ku çareseriyeke di navbera wan herdû welatan de dê li Kafkasyayê bibe sedema aşitiyeke mayîn de û  sûdeke girîng bigihîne aramiya cîhanî.

Li gor danezanê Encûmena  Ewlekariya Tirkiyê di civînê de   şerê navxweyî yê Sûdanê jî gotûbêj kiriye û tekezî li ragihandina agirbestê û çareseriya bi rêya diyalog û aşitiyê   kiriye û ji bo pêkanîna vê yekê jî amadebûna Tirkiyê  diyar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst