EDENE – Kesek ji ber tacîzê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê kesek ji ber tacîzê hat kuştin.

Bûyerê li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê rû da.

Li gorî agahiyan, M.A. gotiye ku A.D. keça wî tacîz kiriye û ew ketine qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bûye M.A. ji mala xwe çifte aniye û berdaye A.D.

Tîmên tenduristiyê A.D. rakiriye nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitiye.

M.A. piştî bûyere xwe radestî polîsan kir.