Erdogan: Me cudahî di navbera bajaran de nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ragihand, di dema desthilata xwe di navbera herêm û bajaran de cudakarî nekirine.

Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê, ku 14ê Gulanê dê bêne kirin tenê 6 roj mane. Berbijêrên serokkomariyê û partiyan mîtîng û propaganda germtir kirine.

Recep Tayyip Erdogan, îro 8ê Gulanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajarên Kirklareli, Edirne û Tekirdagê 3 mîtîngên cuda saz kirin.

Erdogan di mîtînga Tekirdagê de ragihand, li hemû herêm û bajaran weberhênan kirine û cudahî nekirine.

Erdogan got: “Di jiyanê de berdêla hemû xeteyan heye, lê em ji bîr nekin, ku berdêla xetayên di sindoqan de, ligel me dê zarokên me jî bidin. Hûn rewşa yên li hember me bi gotina wan a `maseya qumarê` dibînin. CHP ya ku dibêje ez hevtemenê komarê me, dixwaze dewletê radestî wan kesan bike, ku dibêjin em ê hesab ji komarê bipirsin. Kesên Xazî Mustafa Kemal ji ser zimanê xwe kêm nakin, wan kesan dikin sertacê xwe ku heqaretên herî mezin li wan dikin. Ewlekariya me ya ku me bi xwîna şehîdan û fedekariya xaziyan dabîn kiriye ji merhameta rêxistinên terorê re pêşkêş dikin.”