Berbijêrên hilbijartina serokkomariya Tirkiyê yekem axaftina xwe ya di TRTê de kirin

08-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Berbijêrên hilbijartina serokkomariya Tirkiyê yekem axaftina xwe ya di TRTê de kirin
Berbijêrên hilbijartina serokkomariya Tirkiyê yekem axaftina xwe ya di TRTê de kirin
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rêzbenda tîrûpişka Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) berbijêrên serokkomariya Tirkiyê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê di televîzyona fermî ya dewletê de axaftina xwe ya yekemîn kirin.

Mijara sereke ya axaftina Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu TRT bi xwe bû û ew bi propagandekirina desthilata AK Partiyê tohmetbar kir.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got, “Bi ragihandina ligel aliyekî azadiya welatiyan a xwe gihandina rastiyan tê binpêkirin. TRT rastiyan ji xelkê vedişêre. Gelo televîzyona dewleta me çi ji we vedişêre. Ez niha ne ji bo propagandayê li vê derê me. Ez dê çîrokên rastî yên xelkê me bînim ziman. Ez dê rastiyên ku televîzyona dewleta me vedişêre bêjim.”

Rojeva berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan jî heman tişt bû ku TRT ji bo propagandayê cih nedayê wan û tenê ji bo Hevpeymaniya Cumhur kar dike.

Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan anî ziman, “Derfetek çêbûye ez derketime TRTê ji bo wê jî ez dixwazim giliyê TRTê bikim. Ligel ku me got divê TRT li gor Destûra Bingehîn bo hemû berbijêrên serokkomariyê heman derfetê bide, lê mixabin ev yek nehatiye kirin.”

Rojeva berbijêrê serokkomariyê Muharrem Ince cûdatir bû, hem rexne li deshilatê û hem jî li opozîsyonê girtin û xwe wek rêya sêyemîn binav kir.

Berbijêrê Serokkomariyê yê Partiya Memleket Muharrem Ince got, “Desthilat wek ku 21 sal in ne li ser kar in û tiştê gotine bicîhanîne behsa tiştên nû dike. Opozîsyon jî weke ku berê çend caran di hilbijartinan de wenda nekirine bi heman rêbazê tevdigerin. Ev tê wateya henekê xwe bi eqlê milet dikin. Ji ber wê jî em dibêjin ne Millet û ne Cumhur yek rê heye ew jî Memleket e.”

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur di axaftina xwe de zêdetir behsa karên desthilata xwe kir û amaje bi wê yekê da ku wan li Tirkiyê şoreşeke dîrokî ya hişmendiyê kirine.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî got, “Me şoreşek çêkiriye û hemû kesên ji ber mezheb, ol û etnîka xwe ji dewlet û milletê xwe hatibû dûrxistin himbêz kir. Ligel cûdahiyan, me hemû kes di bin banê Tirkiyê de komkir.”

Biryar e 13ê Gulanê careke din hemû serokên partiyan û berbijêrên bo postê serokkomariyê di TRTê de bi axivin û dê 14ê Gulanê li seranserê Tirkiyê hilbijartin bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst