Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Derbarê êrîşa ser Îmamoglu de lêpirsîn hate destpêkirin

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Êrîş Ekrem Îmamoglu Bekir Bozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand ku derbarê êrîşa bi keviran a bo ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu de lêpirsîn dane destpêkirin û biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag îro Duşemê 8ê Gulana 2023an li ser bûyera doh a li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ku bi keviran êrîşî bo ser Ekrem Îmamoglu hatibû kirin daxuyaniyek da.

Li parêzgeha Erzeromê doh di mitînga Hevpeymaniya Millet de Ekrem Îmamoglu rûbirûyê êrîşeke bi keviran bibû û ev yek bûye sedema karvedanan.

Piştî daxuyaniyên Hevpeymaniya Millet, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî li ser bûyerê axivî û diyar kir ku ew ji ber bûyerê xemgîn in.

Bozdag dibeje, “Piştî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê wan kesên di vê bûyerê de berpirsiyartiya wan heye biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Ev prose ji aliyê hêzên emnî û serdozgeriyê ve tê şopandin. Li gor hiqûqê çi pêwîst be dê bê kirin. Niha kesên hatine desteserkirin hene û dê berdewam be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst