45 hezar mamoste têne damezrandin; tenê 50 mamoste yên Kurdî ne

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mamosteyên Kurdî Damezrandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê damezrandina herî mezin a mamosteyan a 20 salan wê îro bê kirin. Ji bo 103 beşan dê 45 hezar mamoste bên damezrandin lê ji bo zimanê Kurdî dê tenê 50 mamoste bên damezrandin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê îro Duşemê 8ê Gulana 2023an dê ji bo 103 beşan 45 hezar mamoste damezrîne.

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesên navdar ev demek e li ser medyaya civakî bi kampanyayan bang li hikûmetê dikirin û dixwestin beriya hilbijartinan 200 mamosteyên Kurdî bêne damezrandin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ku her sal 2-3 mamosteyên Kurdî dadimezrand îsal piştî kampanya û bangên rêxistinan biryar da 50 mamosteyên Kurdî damezrîne ku ji wan 35 mamosteyên Kurmancî û 15 jî dê mamosteyên Zazakî bin.

Wezîrê Perwerdehiyê ya Tirkiyê Mahmut Ozer destnîşan kir ku damezrandina 45 hezar mamosteyan dê ya herî bilind e ku di carekê de tê kirin.

Mahmut Ozer got, “Di carekê de damezrandina 45 hezar mamosteya a herî bilind e... Di nava salekê de dibe ku ji vê hejmarê zêdetir mamoste hatibin damezrandin lê ev damezrandina bi carekê de ya herî bilind a mamosteyan e.”

Di damezrandinê de giranî ji bo beşa Mamosteyê Polê hat dayîn. Ji bo vê beşê 7 hezar û 878 kota hatin veqetandin.

Beşa Mamosteyê Rêberiyê jî ya duyemîn bû ku herî zêde kota hate veqetandin. Ji bo vê beşê jî 3 hezar û 604 mamoste dê bên damezrandin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê di van salên dawî de giranî da beşa Perwerdeya Pêşdibistanê jî, ji vê beşê re 3 hezar û 269 kota hatin veqetandin.

Ozer got, “Em ê li ser 10 parêzgehên ku ji erdhejê zirar dîtine bisekinin û di rêza yekem de Hatay, ji sedî 50yê mamosteyên ku nû hatine damezrandin ango 22 hezar û 500î zêdetir mamoste dê li wan bajaran bêne damezrandin.”

Mamosteyên ku dê bêne damezrandin dê di 1ê Îlonê de dest bi karên xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst