Baluken: Şêwirmendê Berê yê MITê beşdarî civîna KCDê bû

08-05-2017
RÛDAW
Nîşan Îdrîs Baluken HDP MÎT beşdarbûn KCD
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Parlementerê HDPê yê Amedê Îdris Baluken ragihand, ew li gel Şêwirmendê Berê yê Îstîxbarata Tirkiyê (MIT) tevlî civîna Xweseriya Demokratîk a Kongreya Civaka Demokratîk bûye.

 

Doza parlementerê HDPê yê Amedê Îdris Baluken li 8emîn Cezaya Giran a Amedê tê dîtin û Baluken bi rêya sîstema gihandina deng û vîdeoyê (SEGBİS) tevlî rûniştina darizandinê bû.

 

Îdris Baluken bi hinceta ‘Xerakirina yekîtiya dewletê û yekparçebûna welêt, endambûna rêxistina terorî û propagandakirina rêxistina terorî’ tê darizandin.  

 

Baluken diyar kir, ku li ser beşdarbûna civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê tawanbarkirin û aşkere kir, ku Şêwirmendê Berê yê Îstîxbarata Tirkiyê (MIT) jî tevlî wê civînê bûye.

 

Îdris Baluken got: “Ez li gel Şêwirmendê Berê yê Îstîxbarata Tirkiyê beşdarî civîneke KCDê ya li ser mijara Xweseriya Demokratîk bûme. Me bi hev re, li hemberî hev xwarin xwar, gengeşî kir. Vî Şêwirmendê Berê yê Îstîxbaratê hemû raya giştî nas dike. Ev çawa çalakiyeke neyasayî ye ku ez li gel Şêwirmendê Îstîxbaratê beşdarî civînekê dibim.”

 

Herwiha piştî axaftinên parêzeran, dadgehê biryara xwe aşkere kir û berdewamiya girtîbûna Îdris Baluken diyar kir. Lê dadgerekî endamê dadgehê li ser biryara berdewamiya girtîbûna Baluken, şerhê dijbûnê lê zêde kir. Piştre darizandin hate paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst