Gelo pêvajo dê destpê bike?

08-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw)- Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina digel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan biryar dabû ku dest ji karê xwe ber de. Niha jî mijarê meraqan ew e ku hikûmeta ku dê nû ava bibe li hember pêvajoya çareseriyê polîtîkayeke çawa bi rê ve bibe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dixwaze ku prose jinûve dest pê bike. Lê çavdêrên siyasî dibêjin di şert û mercên heyî de hikûmeta ku nû dê ava bibe jî nikare vegere proseyê.

AK Partî dê 22yê Gulanê kongreyeke awarte li dar bixe û dê li şûna Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu serokê nû diyar bike. Serokê nû yê ak partiyê di heman demê de bibe serokwezîrê nû jî. Lê niha mijara meraqê ew e ku gelo dê hikûmeta ku ku bê avakirin li hember pêvajoya çareseriyê polîtîkayeke çawa bi  rê ve bibe.

HDP amaje dike, eger ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bixwaze pêkan e ku pêvajo dê jinûve dest pê bike.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier ji Rûdawê re wiha got: “Erdogan beriya serokomariyê, wexta ku serokwezîr bû van gavan avêt. Hat Amedê gotibû `pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Ez ê çareser bikim. Jehriya baldiranê ez ê bixwim.` Lê vê paşiyê çi ikir, got min pêvajoya çareseriyê rakiriyê. Yanî dibê ku veya ji cemedxaneyê derxe. Eger ku derxe wê ji bona gelê kurd, ji bona gelê tirk dê baş bibe.”

Çavdêrên ku AK Partiyê ji nêz ve dişopînin jî dibêjin heta ku PKK çalakiyên xwe bi dawî neke û hêzên xwe yên çekdar venekişe dersînor pir ne pêkan e ku veger li proseyê bibe.

Nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Huseyîn Likoxlu jî wuha got: “Birêz serokomar car caran dibêje me prose bi dawî nekir, me ew rakir sarincê. Ji ber vê yekê her tim bendewariya vegera li proseyê zindî ye. Eger ku hûn dixwazin polîtîkayên hikûmeta nû bibînin divê hûn li rewşa operasyonan binêrin. Em dibînin ku rêxistin di van operasyonan de xesarên mezin dide. Eger ku rêxistin hêzên xwe vekişîne dersînor wê hikûmet jî li gorî vê yekê nirxandinekê bike.”

Beriya çend hefteyan Davutoglu gotibû: “Eger ku PKK hêzên xwe vekişe dersînor, pêkan e ku prose jinûve dest pê bike.” Lê belê Erdogan li dijî vê daxûyaniya Davutoglu derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst