Turkone: Dewleta serbixwe ya Kurdî tê damezirandin

08-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Nivîskarê Tirk Mumtaz’er Turkune rexne li kesên li dijî pêvajoya aştiyê derdikevin kir û got ku wê dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê damezirandin.

Nivîksar Mumtaz’er Turkune di bernameyeke televizyona Haberturk a Tirkiyê de li ser pêvajoya aştiyê axivî.

Turkune diyar kir di vê demê de MHP rolê mirovê xirab dileyîze û wiha got: “Rolek girtine ser xwe û wî rolî cîbicî dikin. Dibe. Lê difikirim ku di vê pêvajoyê de ezmûnekî baş nedane.”

Nivîskar Mumtaz’er Turkune diyar kir ku netewperestî parçekirine û wiha pêdeçû: “Îro li cihê razîkirina kurdan û bi hev re jiyankirinê, tenê netewperestiyek heye ku pêvajoyê îtiraz dike. Ez difikirim ev netewperestî parçekirin e.”

Turkune destnîşan kir ku wê dewleta serbixwe ya Kurdî bê damezirandin û wiha got: “Ger tû vê yekê nebêjî wê dawiya netewperestiya tirkan bê. Federaliyê berdin, wê heta dewleta serbixwe ya kurdî jî bê damezirandin. Netewperestiya tirk wê bibe sedema vê yekê. Ma bersivek ku netewperestên tirk bidin vê yekê nîne? PKKê çek berdan, hûn hê îtiraz dikin, hûn îtiraza çi dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst