Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Kapikuleyê yê li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê di operasyona bertîlê de 38 karmendên gumrikê hatin desteserkirin û li ser 350 kesan jî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Li gorî zanyariyan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê derbarê hejmarek berpirs û karmendên hikumî yên Deriyê Sînorî yê Kapikuleyê yê di navbera Tirkiye û Bulgaristanê de dest bi lêpirsîna “bertîlê” hatiye kirin.
Di encama lêpirsînê de hatiye destnîşandkirin ku beşek ji karmendên gumrikê yên ku li deriyê sînorî dixebitin, ji kesên ku derbasî Tirkiyeyê dibin û jê derdikevin, bertîlê distînin û li ser vê yekê li ser peronan kamera hatin bicihkirin.
Di encama şopandina teknîkî û fîzîkî ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê ve hat kirin de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi operasyoneke hemwext bi ser navnîşanên 38 karmendên gumrikê de girtin.
Di operasyonê de 38 gumanbar hatin desteserkirin û derbarê 350 kesan jî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê karmendên gumrikê birine navenda cendermeyan û kar û barên yasayî yên li ser wan berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse