Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha adara îsal herî kêm 145 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.
Meclisa Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran rapora xwe ya “Cinayetên Kar” a Adara 2025an eşkere kir.
Li gorî rapora ISIGê adara îsal di sektora pîşesaziyê de 46, di sektora çêkirina avahiyan de 38, di sektora xizmetgûzariyê de 33 û di sektora çandiniyê de jî 28 karkeran canê xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku meha adarê ji karkerên ku canê xwe ji dest daye 3 ji wan endezyar bûn.
Her wiha di nav karkerên ku mirine de 7 jin û 6 zarok û 4 jî koçber hene.
Di raporê de amaje pê hatiye kirin ku ji 4an yekê karkeran temenê wan di navbera 18 û 25 salan de bûye.
Her wiha canjidestdana karkeran herî zêde li herêma erdhejê rû daye û 15 karkerên di sektora çêkirina avahiyan li parêzgehên Hatay, Dîlok, Semsûr, Meletî û Osmaniyeyê canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse