Xwişka xwe ya ducanî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî xwişka xwe ya ducanî, bi demançeyê li nav kolaneyê kuşt.

Bûyer li Taxa Bahçeyê ya navçeya Akdenîza Mêrsî qewimî.

Besra Kirmizi ya 20 salî, nêzîkî 4 meh û nîv berê bi Hasan Kirmiziyê 24 salî re ji Rihayê reviya û çû Mêrsînê.

Hasan Kirmizi û Besra Kirmizi li Mêrsînê zewicîn.

Besra Kirmiziya ku 2 meh û nîv ducanî ye, îro dema bi jintiya xwe re ji navenda tenduristiyê vedigeriya rastî êrişa birayê xwe hat.

Birayê wê li nav kolaneyê bi demançeyê guleyek li serê wê da û reviya.

Besra Kirmiziyê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tendursitiyê cenazeyê Besra Kirmiziyê bir morgê.

Hat zanîn ku bi bo girtina birayê Besra Kirmiziyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.