Embara kartolan hilweşiya: 2 mirî û 4 birîndar

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nîgde Embara Kartolan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nîgdeyê embara kartolan bi ser karkeran de herifî û di encamê de 2 karkeran canê xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li gundê Çarikliyê yê Nîgdeyê dema karker di embara binerdî ya kartolan de dixebitîn embar hilweşiya.

Di encamê de 2 karkeran canê xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD û tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê karkerên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst