Qeyûmê ewil hat tayînkirin

08-04-2024
Nîşan Qeyserî Pinarbaşi Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dê hilbijartinên navçeya Pinarbaşiyê ya Qeyseriyê 2yê Hezîranê werin dubarekirin lê heta wê demê dê qeyûm şaredariyê îdare bike.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de namzedê CHPyê bi rêjeya ji sedî 33,30î bû yekem.

Namzedê MHPyê jî bi rêjeya ji sedî 31,18an di rêza duyem de cih girt.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî îtiraza MHPyê biryar da ku hilbijartinên Pinarbaşiyê 2yê Hezîranê werin dubarekirin.

CHPyê îtirazî vê biryarê kir lê encam neguherî.

Piştî biryara YSKyê teqez bû, biryar hat dayîn ku Alîkarê Parêzgarê Qeyseriyê Omer Tekeş wekî qeyûm şaredariyê heta wê demê bi rê ve bibe.

Daxuyaniya fermî ji aliyê Parêzgariya Qeyseriyê ve hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst