Mêrsîn: Zarokekî Sûriyeyî di nav agir de ma û canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîfkeyê ya Mêrsînê zarokekî koçber ê Sûriyeyî ku bi malbata xwe re di konekî de dima di bûyereke şewatê de canê xwe ji dest da.

Bûyerê doh li taxa Sayê ya navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê rû da.

Li gorî zanyariyan agir bi cihê komkirina xurdeyan a li kêleka konê malbateke koçber a Sûriyeyî ket.

Zarokê malbata koçber Fards Elhayirê 6 salî di nav agir de ma.

Dîmenên bûyerê ji aliyê welatiyan ve hatin tomarkirin û di dîmenan de qêrîn û nalînên zarokê biçûk ji nav agir bilind dibin.

Li ser agahdarkirinê tîmên agivermirandinê çûn cihê bûyerê û wan agir vemirand.

Zarokê navborî di nav pêtên agir de canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê wî bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê.