Li Antakyayê psikyatristên xwebexş alîkariyê didin zerardîtiyên erdhejan

08-04-2023
RÛDAW
Li Antakyayê psikyatristên xwebexş alîkariyê didin zerardîtiyên erdhejan
Li Antakyayê psikyatristên xwebexş alîkariyê didin zerardîtiyên erdhejan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Antakyayê, du psikîyatristên xwebexş, li ser rewşa derûnî ya zerardîtiyên erdhejên 6ê Sibatê kar dikin, yek ji wan li polîklînêkê dimîne, yek jî diçe li nava çadiran li ser xelkê digere û alîkariya wan dike. Hinek ji wan hewl didin tirsa xwe derbas bikin lê hinek ji wan heta niha jî nikarin razên û nakevin malên xwe.

Piştî erdheja 6ê Sibatê, gelek kes bi saxî ji binê kavilên xaniyan hatin derxistin. Beden û laşê wan bê birîn e, lê derûniya wan na. Xaniyên wan saxlem bin jî newêrin têkevin hundir, ji temamê deverên sergirtî ditirsin û dema radizin jî xewnên wê kêliya karesatê dibînin. Hinek jê 24 demjimêran hest pê dikin ku erd diheje.

Li navçeya Antakyayê ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê welatiyên ku di erdheja 6ê Sibatê de kevirên zinar bi ser malên wan de ketine ji tirsa di çadiran de dimînin û alîkariya derûnî werdigrin.

Yek ji wan welatiyan ku zerardîtiyekî erdhejê ye, kariye ligel 3 zarokên xwe rizgar bibe û dibêje heta niha jî di xewnên xwe de hertim kêliya erdhejê dibîne û derûniya piraniya welatiyên wê derê heman tişt e.

Berpirsê Ewlekariyê-Zerardîtiyê Erdhejê Cuma Zobî dibêje: “Ez qet nikarim razim, heta demjimêr 2-3ê şevê û demjimêr 5 jî şiyar dibim. Kurê min heye, dema tê hefteyekê ligel min dimîne di xew de ji ber tirsa erdhejê her bi qêrînê şiyar dibe.”

Zerardîtiya Erdhejê Hatice Yurtsever  jî got: “Dema em radizên wek em di dergûşê de bin. Di her tevgerekê de mirov dibêje qey erdhej çêdibe. Otomobîlek biçe ji dengê wê em ditirsin."

Du psikyatristên xwebexş li navçeyê kar dikin ku yek ji wan li polîklînêkê dimîne. Yê din jî ji bo kesên ku nikarin bên cihê wan, diçe nav çadiran û alîkariya welatiyan dike. Rojane bo nêzîka 15 kesan xizmeta alîkariya derûnî û dermanan tê dayîn.

Psikiyatristê Xwebexş Eralp Turk got: “Li vê derê herî zêde 3 nexweşiyên derûnî yên ku em rûbirû dibin; yek têkçûna rihî ye, stresa tûnd ya girêdayî wendabûnên canî û dûbarekirina nexweşiyên berî erdhejê ne. Em hewl didin bibin alîkar.”

Antakya yek ji wan bajaran e ku di erdhejên Mereşê yên 6ê Sibatê de wêraniyek zêde lê çê bûye. Li gor amaran 3 hezar û 79 avahiyên wê navçeyê bi temamî hilweşiyane û heta niha piraniya xelkê navçeyê nikarin bikevin malên heyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst