MetroPOLL: Hilbijartinên Serokomariyê dimînin bo gera duyem

08-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê MetroPOLL Rapirsî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encama rapirsiya MetroPOLL di gera yekem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de ti berbijêrek sernakeve û hilbijartin dimîninên bo gera duyem.

Kompaniyên rapirsiyan derbarê hilbijartinên Serokkomariyê û Parlementoyê yên Tirkiyê de ku biryar e 14ê Gulanê îsal bê kirin, encamên rapirsiyên nû belav dikin.

Li gorî encama rapirsiya MetroPOLL ku li 26 herêman û 28 parêzgehan di navbera 1-3ê Nîsana 2023ê de bi 2 hezar û 610 kesî re encam daye; rikeberiyeke dijwar di navbera berbijêrên serokkomariyê yên Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet de heye.

Di demekê de ku êdî cihê partiyan yên li ser pisulayê jî diyar bûn, Serokê Navenda Lêkolînê MetroPOLL Ozer Sencar encama rapirsa derbarê hilbijartinên Serokkomariyê de belav kir.

Li gorî wê encamê Serokê CHPê berbijêrê Hepeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li pêş Serokkomarê Tikriyê berbijêrê Hevpeyamiya Cumhur Recep Tayyip Erdogan e, lê tevî wê jî li gor MetroPOLL dê hilbijartinên Serokkomariyê bimînin bo gera duyemîn.

MetroPOLL ji beşdaran pirsiye; di hilbijartinên Serokkomariyê de ji van navan hûn dê dengê xwe bidin kê? Encama derketî holê bivî awayî ye:

Kiliçdaroglu: % 42,6

Erdogan: % 41,1

Muharrem İnce: %5

Sinan Ogan: %2,2

Bêbiryar: %4,4

Dengên boykot: %1,6

Yên bersiv nedayîn: %3,1

Herwiha li gorî encama vê rapirsiya MetroPOLL ji %13ê dengderên MHPê ku di Hevpeymaniya Cumhur de cihdigre dengên xwe didin Kiliçdaroglu. Her wiha dengderên Partiya Memleket jî %14.5 wan dengê xwe didin Kiliçdaroglu, %3.2 dengê xwe didin Erdogan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst