Psikyatrîstên xwebexş alîkariyê didin ziyandîtiyên erdhejê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakyayê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ve welatiyên ku di erdheja 6ê Sibatê de kevirên zinar bi ser malên wan de ketine ji tirsa di çadiran de dimînin û alîkariya derûnî werdigrin.

Yek ji wan welatiyan ku zerardîtiyekî erdhejê ye, kariye ligel 3 zarokên xwe rizgar bibe û dibêje heta niha jî di xewnên xwe de hertim kêliya erdhejê dibîne û derûniya piraniya welatiyên wê derê heman tişt e.

Zerardîtiyê erdhejê Cuma Zobi got “Ez qet nikarim razêm, heta demjimêr 2-3ê şevê û demjimêr 5 jî şiyar dibim. Kurê min heye, dema tê hefteyekê ligel min dimîne di xew de ji ber tirsa erdhejê her bi qêrînê şiyar dibe."

Zerardîtiya erdhejê Hatice Yurtsever dibêje “Dema em radizên wek em di dergûşê de bin. Di her tevgerekê de mirov dibêje qey erdhej çêdibe. Otomobîlek biçe ji dengê wê em ditirsin.”

2 psikyatristên xwebexş li navçeyê kar dikin ku yek ji wan li polîklînêkê dimîne.

Yê din jî ji bo kesên ku nikarin bên cihê wan, diçe nav çadiran û alîkariya welatiyan dike.

Rojane bo nêzîka 15 kesan xizmeta alîkariya derûnî û dermanan tê dayîn.

Psikiyatristê xwebexş Eralp Turk diyar kir “Li vê derê herî zêde 3 nexweşiyên derûnî yên ku em rûbirû dibin; yek têkçûna rihî ye, stresa tûnd ya girêdayî wendabûnên canî û dûbarekirina nexweşiyên berî erdhejê ne. Em hewl didin bibin alîkar.”

Antakya yek ji wan bajaran e ku di erdhejên Mereşê yên 6ê Sibatê de wêraniyek zêde lê çê bûye. Li gor amaran 3 hezar û 79 avahiyên wê navçeyê bi temamî hilweşiyane û heta niha piraniya xelkê navçeyê nikarin bikevin malên heyî.