Desteserkirina dîzaynerekî ji ber rexneyên aborî bû sedema nerazîbûnan

Hewlêr (Rûdaw) – Desteserkirina dîzaynerekî ku bi xebatên xwe yên li ser stîkiran çê dike rexneyan li desthilata Tirkiyê digire û daxwaz dike ku xelk dengê xwe nede AKP û MHPê, bû sedema nerazîbûnan.

Li pêşiya Dadgeha Îzmîrê qelebalix ji bo azadkirina dîzayner ê ciwan ê bi navê Mahîr Akkoyun rawestiyane.

Akkoyun ev demek e stîkiran dîzayn dike ku wêneyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê MHPê tê de ne û li ser wan dinivîse, “Ev berhem bi saya me biha ne. Dema te deng da bila di bîra te de be.”

Wek karvedanek li dijî bihabûnan jî ev sîtîkir li market û firoşgehan li ser kelûpelên pêdiviyên jiyanê dihatin bicihkirin û Akkkoyun li ser hesabê xwe medyaya civakî belav dikirin.

Lê dîzaynên wî wek “sivakatîkirina Serokkomar û têkdana keşûhewaya hilbijartinan” hatin dîtin û roja Înê hat desteserkirin.

Parêzer Berfîn Akkaya got, “Di parvekirinên Mahîr de ti tawanek nîne û sivikatî bi Serokkomar nekiriye. Lê Mahîr niha desteser kiriye.”

Bi dehan kes piştî desteserkirina Mahîr Akkoyun çûn pêşiya dadgehê û nerazîbûn nîşandan.

Welatiyekî ku ji bo piştgiriya Mahîr hatibû pêş dadgehê anî ziman, “Li vî welatî eger em roj bi roj hejar bibin, sedema vê desthilata AKPê ye. Rexnekirina vê hejariyê ne tawan e. Di demekê de ku çend roj ji bo hilbijartinan mane desteserkirina dîzayner Mahîr Akkoyun peyamek e bo hemû opozîsyonê.”

Li ser asta siyasî jî karvedan li dijî desteserkirina dîzaynerekî bi sedema rexneyên aborî hebûn.

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak jî piştgiriya Mahîr Akkoyun kir û got, “Hûn dê nikarin enflasyonê daxînin û bi ciwanên me re mijûl bibin. Ez ji vê derê dibêjim Mahîr Akoyun demildest azad bikin.”

Karvedan gihîştin aliyên peywendîdar. Gelek dem derbas nebû Mahîr Akkoyun bi mercê kontrola dadî hat azadkirin.

Dîzayner Mahîr Akkoyun piştî ku hat berdan got, “Ji ew tiştên min gotine gelek aciz bûne. Gelek aciz bûn ku ez hejariyê bînim rojevê. Ez dê li ser acizkirina wan jî berdewam bim.”

Li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha borî ji sedî 50.51 û li gor ENAGê jî ji sedî 112 bû. Xelk di siya vê rêjeya bilind a enflasyonê û bihabûna nirxan de 36 rojên din diçe ser sindoqên dengdanê. Tevî ku desthilat dibêje ew rûbirûyî enflasyonê û bihabûnan dibin lê  herî zêde vê carê rewşa aborî û debara jiyanê di hilbijartinan de destê wê lawaz kiriye.