Erdogan li ser Stenbolê: Hemû bi gendelî ye

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser îtiraza derbarê hilbijartinên Stenbolê de got: “Pêvajoya hilbijartinê ya vî karî bi dawî bû. Pêvajoya piştî vê, pêvajoya dadgehê ye. Cihên îtirazê dê bi dawî bibe, piştî ku bi dawî bû, em dê li ser encaman bibêjin 'ser seran ser çavan'.”

 

Recep Tayyip Erdogan berî serdana xwe ya bo Rûsyayê li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê ji rojnamevanan re axivî.

 

Erdogan li ser pirsa nîqaşên derbarê hilbijartinên Stenbolê de diyar kir: “Gendelî ne hinek e, hemû bi gendelî ne. Ji ber ku rewşeke wisa heye, serî li rewşeke wisa didin. Pêvajoya piştî vê, pêvajoya dadgehê ye. YSK patronê vê ye.”

 

Serokomarê Tirkiyê herwiha got: “Em dibînin ku tawanên bi rêxistinî hatine kirin. Bi hemû tesbîtan, li ku çawa gendelî hatine kirin, li zeviyên vala avahî weke navnîşan hatine diyarkirin... Em dê bi hemû van tiştan gav biavêjin. Berê û li cîhanê mînakên van tiştan hene. Pêwîst nake ku li Stenbolê ku zêdetirî 10 milyon dengder hene, bi ferqa 13 – 14 hezar dengan, têkevin nav keş û hewaya biserketinê.”

 

Recep Tayyip Erdogan li ser daliqandina afîşên spasiyê li Stenbolê diyar kir: “Eger afîşeke li dijî yasayan nehatibe daliqandin, kes nikare tiştekî bibêje. Nîqaşa 'çima afîşên Spas Stenbol hatin daliqandin' heye. Hilbijartinek derbas bû, gelek sirûştî ye ku spasiya Stenbolê were kirin. Lê hemû mesele, xala dawî ye ku Desteya Hilbijartinan lêdide.