%10 – KONDA: Derbas dibe / Optimar: Derbas nabe

08-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Xwediyê şirketa lêkolînê KONDA dibêje HDP dê ji benda hilbijartinê bibore lê  Optimar dibêje HDP dê ji benda hilbijartinê ne bore.

 

Partiyên siyasî duhî lîsteya namzedên xwe radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Tevahiya partiyên siyasî giranî dan ser namzedên nû yên ji aliyên cuda.

 

Serokê Desteya Rêveberiya Şêwirmendî û Lêkolînê ya KONDAyê Tarhan Erdem ji pêyamnêrê Rûdawê Hikmet Durgun re lîsteya namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nirxand.

 

Erdem anî ziman lîsteya namzedan bandorek mezin li rêjeya dengên partî werbigrin nake û pirsa “HDP dê benda hilbijartinê derbas bike?” wiha bersivand:

 

“Ez bawer dikim HDP dê benda hilbijartinê derbas bike lê ne bi saya namzedên xwe.”

Erdem amaje kir ku hilbijêrên li gorî tecrubeyên xwe dengên xwe bi kar bînin û dê gelekî guh nedin propagandeyên partiyan.

 

Daşdemir: Celal Dogan dê rêjaya dengan zêde bike

 

Serokê Desteya Rêveberiya Optimarê Hilmî Daşdemir jî ji Peyamnêrê Rûdawê Înan Gedik re diyar kir li gorî lêkolînên wan ê berê HDP benda hilbijartinê derbas nake û wiha got: “Li gorî vê lîsteyê HDP hêj ji benda hilbijartinê dûr e.”

 

Daşdemîr amaje kir namzedê Dîlokê Celal Dogan û yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder dê dengên HDPê zêde bike û wiha domand: “Namzedbûna Onder bo Enqere balkêş û girîng e. Lê te xuyakirin ku yê rêjaya dengan ji bo HDPê herî zêde bike Celal Dogan e.”

 

Daşdemîr balkişand ser namzedên Mêrdîn, Mersîn û Rihayê û wiha got: “Mithat Sanca li Mêrdînê, Mir Dengir Firat li Mersînê dê bandorê li rêjeya dengên HDPê neke lê Osman Baydemir dê li Rihayê bike. Herwiha namzedên AK Partiyê dê li Rihayê bandora Baydemir kêm bikin.”

 

Bandora Davutoglu ser lîste heye

 

Hilmî Daşdemir anî ziman piranî bandora Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li ser lîsteya AK Partiyê heye û wiha pê de çû:

 

“Serokomar Erdogan jî hin nav pêşniyar kirine lê tê xuyakirin lîste ji aliyê rêveberiya partiyê ve hatiye amadekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst