Îsal 71 jin hatin kuştin: Yasayên parastina jinan nayên bicihkirin

08-03-2024
RÛDAW
Îsal 71 jin hatin kuştin: Yasayên parastina jinan nayên bicihkirin
Îsal 71 jin hatin kuştin: Yasayên parastina jinan nayên bicihkirin
Nîşan Kuştina Jinan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kuştina jinan yek ji diyardeyên herî berçav e li Tirkiyeyê. Sal bi sal zêdetir dibe û kêmtir nabe.

Yasa hene lê nayên bicihkirin. Beriya ku nakokî bigihêje asta kuştinê, jin daxwaza parastinê dikin lê rayedar xemsariyê dikin. Gelek caran malbat û civak bixwe jî dibin sedem ku dawî li jiyana jinekê were.

Muhterem Evcîl sala 2013an li mala xwe ya li Stenbolê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi kêrê hat kuştin.

Kujerê wê berî rojekê hatibû desteserkirin lê piştî îfadeya xwe ya li binkeya polîsan hatibû berdan.

Piştî derbasbûna zêdetirî 10 salan di ser kuştina xwişka xwe re Çîgdem Kuzey dibêje eger desthilatdaran yasayên parastina jinan bi cih bikirana niha xwişka wê dê sax bûya.

Xwişka Muhterem Evcîlê, Çîgdem Kuzeyê got:

“Min nizanî, eger min bizaniya ku ew Ezraîl li wê derê ye min dê rê li ber bigirta lê nebû. Min dayika xwe dibir nexweşxaneyê gotin Muhterem birîndar bûye, were.

Çûm lê Muhterem nebû, beriya rojekê dozger ji ber ku bi tundî li Muhteremê nedabû û canê xwe ji dest nedabû kujer berdabû, wî jî karê xwe temam kir.”

Li gorî çalakvanên jin, li Tirkiyeyê yasayên parastina jinan bi awayekî baş nayên bicihkirin û derbarê destdirêjkaran de lêkolîn nayê kirin.

“Ji bo çi nikarin rê li ber wan bigirin?”

Sekretera Giştî ya Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîmê li ser kuştina jinan anî ziman:

“Her tawanekî kuştina jinan li gorî me bûyerên ku dikarin rê li wan bê girtin in. Pirs ew e ku ji bo çi nikarin rê li ber wan bigirin?

Pêwîst e û derdikeve holê ku desthilata siyasî divê li gorî pêşketinan gavên pêwîst bavêje. Divê yasayan bi awayekî çalak bi cih bike.”

Sala borî herî kêm 403 jin li Tirkiyeyê hatine kuştin ku piraniya wan ji aliyê hevjinên xwe an jî yên berê ve, an jî ji aliyê mêrekî din ê nas ve hatine kuştin.

Îsal jî heta niha 71 jin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin û 7ê wan tenê di rojekê de 27ê Sibatê de hatine kuştin ku hejmara herî zêde ya kuştina jinan a di rojekê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst