Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Marmarîsê ya bajarê Muglayê yê Tirkiyeyê erd hejiya.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku navenda erdhejê Deryaya Spî ye.
Li gorî AFADê, erdhejê demjimêr 07:27an rû daye û hêza wê 4,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 36 kîlometre bûye.
Erdhej li Muglayê bû sedema tirsê û bajarên derdorê jî pê hesiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse