“3.4 milyon xwendekar li navçeyên erdhejê mane”

08-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Sabrî Şensoy ragihand ku wan piştî erdheja 6ê Sibatê 217 xwendekar ji navçeyên erdhejê bo xwendina xwe  çûne bajarên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û got, “3.4 milyon xwendekar li navçeyên erdhejê mane.”

Erdhejên 6ê Sibatê ku li 11 parêzghên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibûn sedema wêrankariyeke mezin canjidestdana zêdetirî 46 hezar welatiyan, bandoreke nerênî li xwendinê jî kir.

Ji ber ku piştî erdhejê bi sedan dibistan û navendên xwendinê jî hilweşiyan. Beşek ji xwendekaran bo xwendinê berê xwe dane bajarên din lê hejmareke zêde ya wan jî li navçeyên erdhejê mane û di bin konan de perwerdê dibînin.

Cîgirê Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Sabrî Şensoy roja Çarşemê 8ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê amarên xwendekarên li navçeyên erdhejê eşkere kirin.

Şensoy ragihand  li parêzgehên  erdhejê bi giştî 3 milyon û 600 hezar xwendekar hebûn, lê 217 hezar xwendekar bo xwendina xwe çûne bajarên din û got, “3 milyon û 400 hezar xwendekar li navçeyên erdhejê mane. Em dibînin ku bi vekirina çadiran hejmara xwendekarên mez zêde dibin. Em di bin hezar û 649 çadiran berdewamiyê bi perwerdê didin. Heftiya pêşiya me em  wan çadiran bo perwerdê vedikin ku beramberî her dibistaneke me ya hilweşiyayî ne.”

Sabrî Şensoy diyar kir ku wan li 71 parêzgehên din ên Bakurê yên derveyî erdhejê piştî destpêkirina proseya xwendinê  asankarî bo xwendekarên navçeyên erdhejê  kirine ku li dibistanên li wan bajaran bixwînin û got, “Me hemû pirtûkên xwendinê ji nû ve çapkirin. Me derdora 26 milyon pirtûkan çapkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst