Demîrtaş ji Akşener re nameyek şand

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş bi nameyekê bang li Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener kir ku digot dayîna wezaretan bo HDPê ne pêkan û got, “Siyaseta lihevkirinê ku bo we mafeke çima bo HDPê ne maf e?” Demîrtaş nameya xwe bi Kurdî bi dawî kir.

Piştî ku Hevpeymaniya Millet 6ê vê mehê Serokê CHPê Kemal Kiliîçdaroglu wek berbijêrê xwe bo postê Serokkomariyê diyar kir, niha çavê hemû raya giştî li helwêsta HDPê ye ku bi derdora 6 milyon dengdêrên xwe kilîda yekalîkirina hilbijartinên Tirkiyê ye.

Di serî de Hevserokê HDPê Mîthat Sancar û Hevserokê Berê yê HDPê yek ser pîrozbahî li Kiliçdaroglu kirin. Lê Meral Akşener roja Sêşemê di bernameyeke televîzyonî de got ku ne pêkan e ti wezaretek bo HDPê bê dayîn û ew bi ti awayî qebûl nakin ku CHP, HDPê bîne ser maseya 6 partiyan.

Ev helwêsta Akşener di nav dengdêr û siyasetmedarên HDPê de bû sedema karvedanan.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye îro Çarşemê 8ê Adara 2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ni nameyeke 5 rûpelî bersiva Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener da.

Demîrtaş di nameya xwe de diyar kir ku ÎYÎ Partiyê wek hevbeşeke Hevpeymaniya Millet proseyeke bi bandor a lihevkirin û diyalogê meşandiye û got, “Siyaseta lihevkirinê ku bo we mafeke çima bo HDPê ne maf e? Çi pirsgirêk di wê yekê de ye ku HDP gotûbêjan ligel berbijêrê Serokkomariyê bike ku dê dengê xwe bidin wî?”

Selehattîn Demîrtaş di nameya xwe ya ji Meral Akşener re şand de got, “Birêz Seroka Giştî, ez vê nameyê bi nasnameya xwe ya dengdêriya  HDPê dinivîsim. We wek serokên Giştî yên Partiyên Tifaqa Millet û berbijêrê wê birêz Kemal Kiliçdaroglu  û 2 serokên şeradariyan karekî dijwar danî ser milê xwe. Berî her tiştî ez daxwaza serkeftinê û serxêriyê li we dikim. Bi qasî ku ez dinêrim ji bilî birêz Kiliçdaroglu û we serokên din ên giştî, dengdêrên HDPê jî di nav de  hemû civak dixwaze li dor hêviya guherîna demokratîk bibin yek.  Ger hûn bibêjin na, em piştevaniyê  ji dengdêrên  HDPê dixwazin, lê em li dijî muxatab wergirtina  HDPê ne , divê bêjim ku min jî weke dengdêrên partiyên din mafê parastina mafên xwe yên siyasî û  berpirsyariya wan daye HDPê. Ji ber wê jî biryara HDPê ya ku ez gelekî pê bawer im, bo kîjan alî be tercîha min a dengan jî di heman alî de ye. Partiya me HDP jî weke ÎYÎ Partiyê rewatiya xwe ji  gel girtiye. Her wiha gel ji partiya we zêdetir eleqeyê nîşanî  HDPê didin û HDP kirine partiya sêyem a Tirkiyê.

Ji xwe hûn li Parlmentoyê  bi HDPê re mil bi mil û di komîsyonan de li ser heman maseyê rûdinin. Dema parlamenterê me birêz Nîmetullah Erdogmuş dem bi dem Parlamentoyê bi rê ve dibe hûn ji hebûna me ya li Parlamentoyê jî agahdar dibin.

Birêz Seroka Giştî, di demekê de ku berî vê hilbijartina dîrokî, piraniya civakê hewil didin bi sloganên “em dê bihevgirtinê biserbikevin” hewil didin hêviyê mezin bikin, ez wisa difikirim ku hinek daxuyanî û nêzîkatiyên we yên li hemberî partiya me HDPê ji bo vê yekê ne guncav in.  Ez wekî dengdêrekî HDPê ji bo ku hûn we baş fêm bikin  di zelalkirina hinek mijaran  de sûdek mezin dibînim. Weke beşek ji hevpeymaniya Millet we prsoseyeke bi bandor a danûstandin û gotûbêjê meşand. Çima siyaseta lihevkirin û gotûbêjê   mafê we ye, ne mafê HDPê ye? Ez bawer im ku hûn dengdêrên  HDPê wekî welatiyên asta duyem, bê îrade nabînin. Wê demê, ma çi pirsgirêk di wê yekê de ye ku HDP gotûbêjan  ligel berbijêrê Serokkomariyê bike  ku dê dengê xwe bidin wî? Jixwe HDPê çendîn car ragihandiye ku sernavên lihevkirinê, di belgenameya hewlwêstê ya Îlona 2021ê de ne ku ji  11 maddeyan pêk tê ne tiştên veşartî ne. Eger HDP biryara piştevaniyê bide, bi egereke mezin Kiliçdaroglu dê bibe Serokkomar û hûn jî dê bibin alîkarê Serokkomar. Her wiha partiya we jî dê çend wezaretan werbigire.”

Di berdewamiya nameya xwe de hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş 4 pirs jî ji Meral Akşener kirin:

“1) Wek dengdêrek HDPê hûn dengê min dixwazin? Di demekê de ku hûn dê bi dengê min rûnin ser postê alîkariya Serokkomar hûn çawa difikrin ku min razî bikin? Di vê navê  ez bînim bîra we ku  di hilbijartinên xwecihî de we ne got em dengên HDPê naxwazim ku bûn sedema serkeftina şaredarên Hevpeymaniya Millet.

2) Tevî ku HDPê daxwaza wezaretan nekiriye hinek hevalên we bi gotina “Em wezaretan nadin HDPê” dilê dengdêrên me hiştine û ew cihêkirine. Niha eger ev hevalên we berbijêrin  ku bi dengên dengdêrên HDPê rûnin ser kursiyên wezaretan ma ne divê me razî bikin?

3) Tevî ku HDPê ragihandiye ew  ji bilî bingehên demokratîk ti daxwazan nakin we got: “CHP dikare ligel HDPê diyalogê bike lê nikare tavîzan bide û nikare van daxwazan bîne ser maseyê.” Ma hûn daxwazên li ser demokratîkbûnê weke tavîz dibînin? Eger hûn bibin desthilat daxwazên HDPê neyên ser maseya we hûn kîjan maseyê pêşniyar dikin? Hûn plan dikin weke ku ev 50 sal tê kirin ma bo maseya “Rûbirûbûna Terorê” bişînin?

4) Dengdêrên HDPê û HDP jî ti carekê helwesteke ferzker, siyaseta serwer, nêrîna ji jor   û lihevkirina di asta mil de qebûl nake. Em ti rê û rêbazeke din a ji bilî çareseriya pirsan di qada siyaseta demokratîk de û di nav aşitiyê de qebûl nakin. Ti rêûrêbazeke din a hûn pêşniyar bikin heye?”

Demîrtaş nameya xwe ya bo Akşener bi Kurdî bi dawî kir û got, “Peyva dawî, birêz Akşener bila tu zanibe ku em Kurd in. Em gelê Kurd xwedî nasname, ziman, çand, hûner û dîrok in. Em di doza xwe de jî mafdar in. Bila qet neyê ji bîr kirin.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener roja Sêşemê 7ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de derbarê civîn.

Akşener 3ê Adarê maseya 6 partiyan bicihiştibû û sedema jî berbijêriya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bû, lê roja  Dûşemê careke din hat nav Hevpeymaniya Millet û razî bû ku Kiliçdaroglu bibe berbijêr  û heman rojê berbijêriya wî ji aliyê 6 partiyên opozîsyonê ve hat ragihandin.

Piştî ragihandina berbijêriya Kiliçdaroglu hevserokê HDPê Mîthat Sancar û beşek ji berpirsên wê partiyê pîrozbahî li Kiliçdaroglu kirin û daxwaz kirin ku ew ji bo diyalog û lihevkirinê serdana partiya wan bikin.

Meral Akşener li ser diyalog û hevdîtinên CHPê yên bi HDPê re roja Sêşemê 7ê Adara 2023an de  ragihand CHP dikare serdana HDPê bike lê ne mimkine ku di hikumeta hevpeymaniya wan de ti wezaretek bo HDPê bê dayîn.

Akşner CHP nikare bi ti awayî HDPê bîne ser wê maseya ku ew li ser rûniştine.

Akşener got, “ Ne pêkan e ku danustandin li ser wezaretê bên kirin. Diyalog tişteke din e. CHPê dikariya vê yekê bibêje û  me dê rêz li vê girtiba.   Dikariya bibêje rêjeya dengên we û yên HDPê cuda ye û bixêr biçin, wê demê em dê ji ser maseyê rabibûna. Nirxên Komarê bo me  tiştên herî sereke ne. Dikare hevdîtinan pêkbîne, ev me eleqedar nake. Lê nikare qet bîne ser maseyê. Piştre jî nikare  bîne.”