Li Yalova 2 biyanî di mala xwe de mirî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Yalova yê Tirkiyê du biyaniyên hevjînê hev di mala xwe de mirî hatin dîtin. Li gor agahiyên hatine belavkirin heta niha sedema mirina wan nehatiye zanîn û piştî otopsiyê dê bê diyarkirin ka sedem çi bûye.

Xelkê Ummanê Ehmed Al-Busaîdî (68) û hevjîna wî ya xelka Xelka Kenyayê Fatiyah Saif Saim Al-Busaîdî (50) ku li ser Cadeya Stenbolê di qata sêyem a apartmanekê de dijiyan, piştî bêhn ji malê hatiye cîranên wan Rêveberiya Ewlekariyê ya Bajêr agahdar dikin.

Piştre tîmên ewlekariyê tên cihê bûyerê û deriyê malê vedikin û dibînin herdû kes mirine. Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, hêzên ewlekariyê termên herdû hevjînan vediguhêzin Nexweşxaneya Dewletê ya Yalovayê.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, derbarê mirina herdû kesan de lêkolîn hatiye destpêkirin û piştî otopsiyê dê bê zanîn ka sedema mirina wan çi bûye.