Destarê Nurcan bûye navenda çanda Kurdî

08-03-2018
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Nurcan Aktay Destar Çanda Kurdî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Jinên kurd di van salên dawî  di hemû astên jiyanê de bi serkeftinên xwe balê dikişînin. Nurcan Aktay jî yek ji wan jinan e. Aktay li aliyekî ji bo debara malbata xwe dixebite, li aliyê din bi siyasetê re mijûl dibe û di tekoşîna mafê mirovan de cî digire. Wê, li MAZLUMDERê koordînatorî kiriye, yek ji avakarên Komeleya Hevî ye û niha jî hem kafeyekê birêve dibe û hem jî Endama Komiteya Yekîtiya Jinên Kurd e.


Nurcan Aktay, jineke Kurd e û xelka Amedê ye. Malbata wê çend sal beriya niha koçî Îzmîrê kiriye. Nurcanxan, ji bo debera malbata xwe dema ku gehiştiye 14 salî  di sektora tekstilê de dest bi xebatan kiriye. Di heman demê de jî di sendikayan de ji bo mafên karkeran hewl daye. Ew li aliyekî xebitiye, li aliyên din jî bi siyasetê re mijûl bûye.

 

Aktay li taxeke îzmîrê ji bo muxtariyê bûye namzet. Herwiha di nava MAZLUMDERê de ku komeleyeke mafê mirovan e kar kiriye. 

 

Endama Komiteya Yekîtiya Jinên Kurd Nurcan Aktay ji Rûdawê re wiha axifî: “Li navenda MAZLUMDERê li Enqerê min 5 sal koordinatorî ya giştî kir. Li Enqerê qasî 30 şaxên MAZLUMDERê hebûn, li 30 bajaran. Bi wan re tekiliyên min çê bu. Dawiyê jî li MAZLUMDERê pêvajo hinek tûj bû. Min jî xwest ez di nav siyasetê de cî bigrim. Min namzedbûna xwe di partiyeke de ser parlamenterî nîşan da. Dawiyê jî me komeleyeke ava kir ji bo civanên Kurd. Navê wê komeleyê Hevî bu. Me ser perwerde xebatên xwe berdewam dikir.”

 

Li Tirkiyê piştî hewla darbeya 15ê Tîrmehê rewşa awarte hate îlan kirin û bi sedan komele hatin girtin. Komeleya Hevî jî yek jî wan komeleyan bû. Nurcan Aktay piştî girtina Komeleya Hêvî bi navê “Destar” kafeyek vekiriye. 

 

Aktay got jî: “Dawiyê jî pêvajoya awarte dest pê kir. Komeleya me hate girtin. Piştre me got kafe vekin. Me destar ava kir. Belê dereke tîcarî ye, lê bêjin misyona wê weke mîsyona hevî be. Ji her derê Kurd tên vê derê. Cîwan mesela xebatên xwe li vir dikin. Qurs çê dibin, gotûbej çê dibin, li vir hevdû dibînin. Em xwarinên heremî li vir çê dikin.”

 

Li Destarê çalakiyên civakî jî tên sazkirin. Car caran kesên weke Îsmaîl Beşikçi, Kawa Nemir, Mulkiye Birtane, Seydî Firat li Destarê bi ciwanan re dicivin û Destar dibe weke zankoyekê jî. seredêrên Destarê jî, ji vê yeke gelekî xêfxweş in.

 

Hevwelatiyê bi navê Denîz  Çaglayan jî derbarê xebatên Aktay de wiha axifî: “Çalakiyên baş ên Nurcan xanim hene, weke mînak bi alikariya mamosteyan qursên Ingîlizî û Kurdî hene, hinek hevalên me dixwaz in Kurdî hîn bin, Ingilizî hîn bin. Mamoste û Nurcan xanim alikariya wan dikin.  Em li vir muzika Kurdî lêdixin, em hewl didin ku di vî warî de xwe pêş ve bibin.” 

 

Salime Yildiz jî da zanîn ku Destar ciheke aram e û wiha pê de çû: “Ez li Kizilayê dixebitîm, lê niha teqawid bûme, dîsa jî têm vê derê. Cihekî nêzik û aram e. Ez bi taybet dîroka Kurdî meraq dikim. Li vir di derbarê dîroka Kurd de pirtûk hene ez sûdê ji wan werdigrim. Ez hewlên Nurcan xanim pîroz dikim, jineke bihêz e.”

 

Nurcan Aktay di heman demê de di nava Komiteya Yekitiya Jinên Kurd de jî cî digire

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst