36 saet piştî erdhejê 3 zarokên malbatekî hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Osmaniyê ji bin xirabeyên avahiya ku ji ber erdhejê hilweşiya bû 3 zarok ên ji heman malbatê hatin rizgarkirin.

Piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ên ku navenda wan Meraş bû û li ser 11 bajaran bandora wê hebûye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Samsun Turk Telekomê ku li herêmê xebatên xwe didomîne ji nav kavilên avahiyeke li hemberî Salona Wezîşê ya Osmaniyeyê 36 saet piştî erdhejê 3 zarok derxistin.

Hat zanîn ku hersê zarok jî ji heman malbatê ne û ew şandin nexweşxaneyê.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê li 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi hezaran kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.