Galeriya wêneyan

08-02-2023
20 Photos

Rûdaw - Erdhejên roja 6ê Sibata 2023 yên bi hêza 7,7 û 7,6 bandorek mezin li parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê jî kir û bûye sedema zirarên mezin.

Bandora herî zêde ya erdhejê li navçeya Îslahiyeyê bûye û bi gotina Seroka Şaredariya Dîlokê, nîvê navçeyê hema hema xirab bûye.

Ji ber ekîbên rizgarkirinê li navçeyê kêm in û wêraniya li herêmê gelek zêde ye, xelkê navçeyê bixwe jî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dibin.

Heta niah hejmara dirist a kesên ku li navçeyê mirine, nayê zanîn.

Wekî din, ji wêne û dîmenên ku ji navçeyê tên belavkirin, tê dîtin ku zirarek cidî li navçeyê heye.

Wêne: Murat Bulut / Rûdaw