Şanda ENKSê û balyozê Holanda li Stenbolê civiyan

Stenbol (Rûdaw) - Şandeke ENKSê û Balyozê Holanda yê li Tirkiyê û Şanderê Netewên Yekgirtî yê Taybet bi Sûriyê, Gerard Steeghs roja pênşemiyê li bajarê Stenbolê civiyan û derbarê rewşa herî dawî û geşedanên li herêmê de gotûbêj kirin.

 

Li gor daxuyaniyekê, şanda Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji endamê desteya serokatiya ENKSê, Mihemed Îsmaîl, Cîgirê Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê, Ebdulbasit Hemo û endamê desteya siyasî ya Îtîlafê, Ebdullah Gedo pêk hatibû.

 

Di vê hevdîtinê de, behsa çalakiyên siyasî yên herî dawî yên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), rol û giringiya ENKSê di derbarê geşdanên herî dawîn ên siyasî li navçeyê, rewş û êş û zehmetiyên gelê Kurd û navçeyên Kurdî, û herwiha beşdariya ENKSê di proseya siyasî ya Sûriyê de bi piştgirêdana bi rêkevtinên Cinêvê hatin gotûbêjkirin.

 

Balyozê Holanda, Gerard Steeghs kêfxweşiya xwe li hember çalakiyên ENKSê nîşan da, û bi taybet jî helwest û nêrîna ENKSê di derbarê çareserkirina pirsên siyasî de û nîgeranî û metirsiyên Kurd di egera her senariyoyeykê de li deverê bêyî lihevkirineke herêmî û navdewletî bi giringî wergirt û tekez jî kir, ku ew dê nerîn û helwesta ENKSê bigihîne hikûmeta welatê xwe.