Tirkek diçe cihê Selahattîn Demîrtaş

Enqere (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya HDPê Serpîl Kemalbay, namzetên Hevserokên Giştî yên HDPê ku di Komîsyona Lihevkirinê ya Kongreyê de diyar bûn, ji raya giştî re eşkere kir.


Bi fermi berbijêrên hevserokên giştî yên HDPê diyar bûn. Parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sezaî Temellî cihê Salahattîn Demîrtaş digire û Pervîn Buldan jî diçe cihê Serpîl Kemalbay.


Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Pervîn Buldan û Sezaî Temellî wek berbijên hevserokên giştî hatine diyarkirin.


11ê Sibatê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), kongreya xwe ya asayî saz dike û di kongreyê de hevserokên giştî tên hilbijartin û nexşerêya nû tê eşkere kirin.


Perwîn Bûldan:

Perwîn Bûldan di sala 1967’an de li Colemergê hat dinyayê. Di sala 1987an de hevjînê wê hat revandin û dû re jî hat kuştin.   Di sala 1995an de jî beşdarî dayikên şemiyê bû û 4 salan bênavber li Taksimê beşdarî çalakiyan bû. Di heman salan de endamtiya Meclisa Partiya HADEPê kir. Di hilbijartinên 1999an de li Stenbolê endamê HADEPê bû lê ji ber benda sedî 10an nehate hilbijartin. Di sala 2015an de di nav 1000 jinan de ji bo Xelatên aştiyê ya Nobelê weke namzet hatibû nîşandan. Di sala 2017an de li Îdirê weke yekem parlamentereke jin hate hilbijartin û dû re jî derbasî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû. Di hilbijartinên sala 2011an de dîsa li Îdirê wek parlamentereke serbixwe hate hilbijartin.  Piştî hilbijartinan beşdarî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû. Di hilbijartinên sala 2015an de jî di listeya HDPê de wek parlamentera Stenbolê hate hilbijartin. Demeke direj di BDP û HDPê  de wek Cîgira Seroka Koma HDPê xebitî. Herî dawiyê cigirtiya serokê parlamentoyê dikir. 


Sezaî Temellî:


Sezaî Temellî di sala 1963an de li Stenbolê ji dayik bû. Ji beşa Darayî ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Piştre di heman zannîngehê de wek akademîsyen dest bi kar kir. Di hilbijartinên 7ê Hezîranê ya sala 2015an de di listeya HDPê de wek parlamenter hat hilbijartin. Lê di hilbijartina 3ê Mijdarê de ji bo parlamenteriyê dîsa bû namzet lê nehat hilbijartin. Piştî vê yeke jî vegeriya Zanîngeha Stenbolê. Lê di meha Cotmeha sala 2016an bi biryarnameya di hikmê qanûnan de ji zaningehê hat dûrxistin. Herî dawî berpirsê aborî û cigirê hevserokê HDPê bû.

Temellî di sala 2015an de di peyameke xwe ya li ser twîtterê de heqeret li Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Lê li ser nerazîbûn û rexneyan paş de gav avêtibû û lêborîn xwestibû.